08/09/2026
Rola Jinê û Sekrawiya Mîrantiyê: Di Şexsiyeta Meyan Xatûnê de Nûbûna Hêviyê
Li gorî dîtin, bawerî û ezmûna min a ku di nav salên dirêj ên lêkolîn û tomarkirina çand û dîroka civaka me de çêbûye, naskirina kesayetiyên zana û dilsoz ji bo arşîva neteweyî xwedî nirxekî pîroz e. Li gorî min, di civîna dîrokî ya 7’ê Îlona 2026’an de, ku li Mala Êzdiyan a Oldenburgê ji bo Mîrê Êzdiyên Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg hatibû li dar xistin, ew yek ji wan kêliyên herî nirxdayî û resen, nasîna min a bi Meyan Xatûnê re bû. Dema min li berxwedan, peyam û peyvên wê guhdarî kir, min bi zelalî dît ku rêzdar Meyan Xatûn di nav civakê de ne tenê xwedî navekî fermî ye, belkî xwedî sekrawî, şiyana biryardariyê û zanyariyeke gelekî kûr e. Zarê wê yê şêrîn, zimanê wê yê rewan û kûrahiya fikra wê rûmeteke mezin daje wê; bi rastî jî xanimeke hêjayî nav û mîrasa mîrantiyê ye.
Li gorî zanîn û berhevkirinên min ên dîrokî, baweriya wê ya xurt a ku digot: „Keleha yekem a parastina ola Êzdiyatiyê mal e; perwerdekirina zarokan bi ziman û erf û adetên kal û baban berpirsiyariya yekem a malbatê ye,“ nîşan dide ku ew xwedî vîzyoneke kûr a civakî û malbatî ye.
Mîrasa Dîrokî û Berhevkirinên min ên li Xerîbiyê
Ev nasîna nû û hevdîtina min a bi Meyan Xatûnê re, di hiş û arşîva min de ew şopa kûr a ku min li xerîbiyê di xebat û hevpeyvînên xwe yên bi Mîrê Mahrûm Mîr Tehsîn Beg re (wek di hevpeyvîn û lêkolîna min a bi navê "Şopa ku Min li Xerîbiyê bi Mîr Tehsîn Beg re Tomar Kir" de hatiye tomarkirin) zindî kir. Dema mirov li paşxaneya Meyan Xatûnê binêre, kûrahiya vê zincîra dîrokî baştir tê fêmkirin. Meyan Xatûn keça Mîr Xêrî Beg û xuşka Mîr Kamûran e. Bîra malbata wê tejî çîrokên ferman, jenosîd û surgunan e; ji bav û kalên wan Alî Beg û Sahîd Beg ku ji ber fermanan ji Sêvas û Hakariyê neçarî koçberiyê bûne heta gihîştine Badira û Şêxanê.
Navê wê bixwe jî hilgirê berpirsiyariyeke mezin e. Navê pîrika wê – Meyan Xatûna navdar ku heta 70 saliya xwe serokatiya Mîrantiya Êzdiyan kiriye – li wê hatiye kirin. Bavê wê Mîr Xêrî Beg jî di demên zehmet de wekîltiya Mîrantiyê kiriye û yekemîn wekîlê Êzdiyan ê Mûsêlê bûye. Ev rêç û mîrasa dewlemend a ku min berê di hevdîtinên xwe yên bi Mîr Tehsîn Beg re jî şopandibû, îro di kesayetiya Meyan Xatûnê de dewam d**e.
Êş, Berxwedan û Tifaqa Civakî
Di dîtin û nirxandinên wê de, doza jenosîd û tifaqa civakê cihekî bingehîn digire. Wek wê bixwe jî diyar kiriye, Êzdatiyê di dîrokê de 74 ferman dîtine, lê tu carî serî netewandiye. Jenosîda dawî ya Şengalê birîneke kûr di dilê civakê de vekiriye; bi sed hezaran koçber, bi hezaran esîr û şert û mercên zehmet ên bin çadiran ku miletê me di germa havînê û serma zivistanê de perîşan dibe.
Di şert û mercên wusa de, Meyan Xatûn balê dikişîne ser girîngiya tifaqa navxweyî û dibêje ku piştî jenosîdê pêwîst e em tifaqa xwe ji her demî bêtir xurt bikin. Dema ku behsa xebatên navneteweyî û hevdîtinên dîplomatîk d**e – mîna çûna ba Papa li Vatîkanê an hevdîtinên bi rayedarên Almanyayê re – ew teqez d**e ku armanca wan xizmetkirina penaberan, derxistina dozê ser asta cîhanê û avakirina Mecliseke Giştî ye da ku dengê Êzdiyan yek bibe.
Rola Jinê û Pêşeroja Civakê
Meyan Xatûn cîgirî û rola jinê di ola Êzdiyatiyê de gelekî bilind nirxandiye. Ji dîroka Mîr Meyan Xatûnê heta navên nûjen ên wek Nadiya, Viyan û hwd, ew destnîşan d**e ku rola jinê esas e û divê jin di biryardariya civakî û çandî de di rêza pêş de bin.
Bi heman rengî daxwaza wê ji rewşenbîr, dîroknas, hunermend û rêxistinan re ev e ku herkes li gorî derfetên xwe bibe seferber. Hunermend bi stran û berhemên xwe jenosîdê di bîra nifşan de zindî bihêlin û rêxistin jî berpirsiyariya xwe bînin cih.
Li gorî ezmûn, tecrûbe û lêkolînên min ên qada çandî, nasîna min a bi Meyan Xatûnê re û guhdarîkirina dîtinên wê yên rewan di civîna Oldenburgê de, ji bo min bû gaveke nû û nirxdayî. Peyama wê ya ku digot: „Ji nan û avê ferztir e ku em ser Jenosîdê rawestin, tifaqa xwe çêbikin û li dora Heyeta Rûhanî û Mîrê xwe bicivin,“ teqez d**e ku doza me gelekî mezintir e.
Ev hevnasîn û ev sekrawiya ku di şahsiyeta wê de diyar dibe, min handan d**e ku ez di demeke nêz de hevpeyvîneke berfireh bi vê xanima hêja re amade bikim, da ku em rêça ku me berê bi Mîr Tehsîn Beg re dest pê kiribû bînin asteke nû û rênîşana jiyana Meyan Xatûnê, ramanên wê û projeyên wê yên ji bo pêşeroja jin û civaka Êzdî ji raya giştî re ragihînin.
Kemal Tolan, nivîskar û lêkolînerê Êzdî
Malpera Mala Êzdîyan Emmerich
08.09.2026
Gotar bi zaravayê bahdînî - şêwazê herêmî
دور المرأة ومهابة الإمارة: تجدد الأمل في شخصية ميان خاتون
بحسب رؤيتي واعتقادي وخبرتي التي تكونت خلال سنوات طويلة من البحث والتدقيق وتدوين تاريخ وثقافة مجتمعنا، فإن التعرف على الشخصيات العارفة والمخلصة يُعد قيمة مقدسة للأرشيف الوطني. بحسب رأيي، في الاجتماع التاريخي المصادف 7 أيلول 2026، الذي أُقيم في بيت الإيزيديين بمدينة أولدنبورغ لسمو أمير الإيزيديين في العالم الأمير حازم تحسين بك، كانت إحدى أغلى وأثمن اللحظات هي تعارفي مع ميان خاتون. عندما استمعتُ إلى صمودها ورسائلها وكلماتها، رأيتُ بوضوح أن المحترمة ميان خاتون لا تحمل مجرد اسم رسمي في المجتمع، بل تمتلك مهابة وقدرة على اتخاذ القرار ومعرفة عميقة جداً. إن لسانها العذب، ولغتها الفصيحة، وعمق فكرها يمنحها إجلالاً كبيراً؛ فهي بحق امرأة تستحق اسم وإرث الإمارة.
بحسب معلوماتي وجمعي التاريخي، فإن إيمانها القوي الذي عبّرت عنه بقولها: «الحصن الأول لحماية الديانة الإيزيدية هو البيت؛ وتربية الأطفال على اللغة وعادات وتقاليد الآباء والأجداد هي المسؤولية الأولى للمحافظة عليها في الأسرة»، يظهر أن لديها رؤية عميقة تجاه المجتمع والأسرة.
الإرث التاريخي وما جمعتُه في الغربة
هذا التعارف الجديد ولقائي مع ميان خاتون أحييا في ذهني وأرشيفي تلك البصمة العميقة التي سجلتُها في الغربة خلال أعمالي ومقابلاتي مع الأمير الراحل الأمير تحسين بك (كما تم تدوينه في مقابلتي وبحثي المسمى "البصمة التي سجلتُها في الغربة مع الأمير تحسين بك"). عندما ينظر المرء إلى خلفية ميان خاتون، يتضح له عمق هذه السلسلة التاريخية بشكل أفضل. ميان خاتون هي ابنة الأمير خيري بك وأخت الأمير كاميران. إن ذاكرة عائلتها مليئة بقصص الفرمانات والإبادات والتهجير؛ بدءاً من أجدادهم علي بك وشاهين بك الذين اضطروا للهجرة من سيواس وهكاري بسبب الفرمانات حتى وصولهم إلى باعدرة والشخان.
اسمها بحد ذاته يحمل مسؤولية كبيرة؛ فقد سُميت على اسم جدتها – ميان خاتون الشهيرة التي أدارت إمارة الإيزيديين حتى سن السبعين. كما أن والدها الأمير خيري بك قام بوكالة الإمارة في الأوقات العصيبة وكان أول وكيلاً للإيزيديين في الموصل. هذا النهج والإرث الغني الذي تابعتُه سابقاً في لقاءاتي مع الأمير تحسين بك، يستمر اليوم في شخصية ميان خاتون.
الآلام، الصمود، والوفاق المجتمعي
في رؤيتها وتقييماتها، تحتل قضية الإبادة والوفاق المجتمعي مكاناً أساسياً. وكما أوضحت هي بنفسها، فقد شهدت الإيزيديات 74 فرماناً عبر التاريخ، لكنهن لم ينحنين أبداً. الإبادة الأخيرة في سنجار فتحت جرحاً عميقاً في قلب المجتمع؛ مئات الآلاف من النازحين، وآلاف الأسرى، والظروف الصعبة تحت الخيام حيث يعاني شعبنا من حر الصيف وبرد الشتاء.
في مثل هذه الظروف، تركز ميان خاتون على أهمية التوافق الداخلي وتقول إنه بعد الإبادة يجب علينا تعزيز وفاقنا أكثر من أي وقت مضى. وعندما تتطرق إلى الأعمال الدولية واللقاءات الدبلوماسية – مثل الذهاب إلى الفاتيكان للقاء بابا الفاتيكان أو اللقاءات مع المسؤولين في ألمانيا – تؤكد أن هدفهم هو خدمة النازحين، ورفع القضية إلى المستوى العالمي، وتأسيس مجلس عام لتوحيد صوت الإيزيديين.
دور المرأة ومستقبل المجتمع
قوّمت ميان خاتون دور المرأة ومكانتها في الديانة الإيزيدية بتقدير عالٍ جداً. فمن تاريخ الأمير ميان خاتون وصولاً إلى الأسماء المعاصرة مثل نادية وفيان وغيرهن، تؤكد أن دور المرأة أساسي ويجب أن تكون في المراتب الأولى في اتخاذ القرارات الاجتماعية والثقافية.
وبنفس الشكل، فإن مناشدتها للرواة، المؤرخين، الفنانين، والمنظمات هي أن يستنفر الجميع وفق إمكانياتهم؛ فالفنانون يبقون الإبادة حية في ذاكرة الأجيال بأغانيهم وأعمالهم، والمنظمات تؤدي مسؤوليتها.
بحسب خبرتي وتجربتي وأبحاثي في المجال الثقافي، فإن تعارفي مع ميان خاتون والاستماع إلى آرائها الفصيحة في اجتماع أولدنبورغ كان بالنسبة لي خطوة جديدة ومثمرة. إن رسالتها التي قالت فيها: «أهم من الماء والخبز أن نقف على قضية الإبادة، ونحقق وفاقنا، ونلتف حول الهيئة الروحية وأميرنا»، تؤكد أن قضيتنا أكبر بكثير.
هذا التعارف وهذه المهابة التي تظهر في شخصيتها تشجعني على أن أعد في القريب العاجل مقابلة موسعة مع هذه السيدة الفاضلة، لننقل الطريق الذي بدأناه سابقاً مع الأمير تحسين بك إلى مستوى جديد، وننشر سيرة حياتها، أفكارها، ومشاريعها لمستقبل المرأة والمجتمع الإيزيدي للرأي العام.
كمال تولان، كاتب وباحث إيزيدي
Malpera Mala Êzdîyan Emmerich
08.09.2026